ROJEVA 6'Ê GULANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Gulana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê wê bê şopandin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.

- Tirs û xofa hilbijartina 7'ê Hezîranê ji niha ve ketiye dilê rejîma Erdogan. Rejîma ku hilbijartinên pêşwext ên 24'ê Hezîranê weke garantiya serketina xwe dibîne ketiye nava tirs û fikaran.

- Karkerên înşaetê diyar kirin ku wê dengê xwe bidin Demîrtaş û HDP'ê û gotin, "Ya ku çîna karkeran temsîl bike HDP ye. Ji ber vê yekê dengê me ji bo HDP û Demîrtaş e."

- Goristan û malên dîrokî yên Ermeniyan ên li Girava Axtamar a Wanê, ku qaşo têne parastin, wêran bûne.

- Ji bo lîderê Katalan Carles Puigdemont ji nû ve bibe serokwezîrê hikumeta herêmê, Katalanan hewldanên xwe zêde kirin.