ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Desthilatdariya AKP-MHP'ê li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurd û Kurdistanê bi destê eşîrên noker komeleyan ava dike. Bi beşdariya walî komele têne vekirin, bi budçeya veşartî û îhaleyan têne fînansekirin.

- Yekîtiya Jinê ya Zenobiya, niha li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zorê ji bo birêxistinkirina jinan dixebite. Armanca xwe ew e ku karên xwe li tevahiya Sûriyeyê belav bike.

- Gerîlaya YJA Starê Viyan Soran diyar kir ku weke şervanên Şehîd Sara di her gavê de wê têkoşîna wê dewam bikin û got, "Hevala Sara rastiyeke welê ya jiyanê afirand ku kes nikare tune bike."

- Roj a çêkirî ya Çînê, di testa dawî de gihîşt germahiya 70 milyon pileyî ku ev yek bi pênc qatî ji roj a rastî germtir e. Zanyar bi hêvî ne ku amûra fuzyonê ya nukleerî bi rengekî bêdawî enerjiya paqij hilberîne.