ROJEVA 31'Ê GULANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Gulana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku Pêngava 1'ê Hezîranê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk hatiye destpêkirin. Karayilan got, "Ruhê pêngavê ku îro jî dewam dike, demokratîkbûnê li Tirkiyeyê ferz dike." BI DÎMEN

- Li Qers, Kurd, Tirk, Terekeme, Azerî, Caferî, Elewî, Sûnî hemû welatî bi hev re dijîn. Hem bername, hem jî namzetên HDP'ê li vê rewşa civakî tên.

- Girtiyên ji doza PKK'ê yên ji Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Manîsa-Akhîsarê hatin kirin, li qewîşên li kêleka yên çeteyên DAÎŞ'ê tên hiştin.

- Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç li ser karê hilbijartinê yê li Ewropayê aghaî da û diyar kir ku ew bi 8 hezar kesî kar dikin. Koç got, "Armanca me ew e ku ji 7'ê Hezîranê gelekî zêdetir dengan bigirin." BI DÎMEN

- Jinên li Wanê diyar kirin ku HDP partiyeke jinan e û gotin, jin wê AKP'ê li vir nehêlin. BI DÎMEN

- Derhêner û fîlmçêker Peter Ott ku di nava heyeta ji 11 kesî de cih girt ku ji Elmanya çû Rojava, got "Berevajî hemû welatên Rojhilata Navîn gelekî girîng e ku li Rojava bertîl nîne."