ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Cotmeha 2019'an.

Bûyer û rewşa dawî ya der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê bên şopandin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk pêk tên wê werin şopandin.

Şêniyên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê ku êrîşên dewleta Tirk lê didomin, diyar kirin ku ew naxwazin xaka xwe biterikînin, lê belê ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar mane.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir, di demekê de ku êrîş li hebûna Kurdan tê kirin ti hinceta xwevegirtina ji yekîtiya neteweyî nîne û got, "Di dema herî kurt de divê ev yek pêk were."

Şêniyên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete neçar man warê xwe biterikînin gotin, "Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û xaka xwe rizgar bikin."

Alî Wazîr ê ji Rojava ku ji bo şermezarkirina Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê xemsare bedena xwe da ber agir, jiyana wî hîn jî di metirsiyê de ye.

Şêniyên Kobanê der barê êrîşên dagirkeriyê axivîn û gotin, "Ji bilî şervanên xwe em ji kesî bawer nakin." Li gorî şêniyên Kobanê aqûbeta Erdogan wê mîna ya Saddam Huseyîn be.

Eniya Şoreşger ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Dinyayê û 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê daxuyanî weşand û got, "Me bi hev re Rojava rizgar kir, em bi hev re diparêzin. Li her deverê di Roja Rojava ya Dinyayê de em dakevin qadan."

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê ji bo meşên Şemiyê banga tevlîbûnê kir.

Koordînasyona TCŞ'ê bang li ciwanên li Ewropayê kir ku 2'ê Mijdarê dakevin qadan û peyameke dîrokî ragihînin.

Ji partiyên siyasî yên Elmanyayê Die Partei alîkariya ji 250 hezar Euro da Heyva Sor a Kurdistanê. Serokê Giştî yê Partiyê Martîn Sonneborn çeka sembolîk li pêşiya avahiya CDU radestî rêveberên Heyva Sor kir.