Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Tebaxa 2019'an.

- Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, biryara qeyûm darbe ye û got, hilbijartin li bajarên Kurdan bêwate kirine û demokrasî têk birine.

- Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman, tayînkirina qeyûman li sê bajarên mezin destwerdana li daxwaza demokrasiyê û îradeya jiyana bi hev re ya gel e.

- Şêniyên Amed û Wanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dan û gotin, "Em ê heta dawiyê li şaredariyên xwe bibin xwedî."

- Gerîlayên FARC'ê ragihandin ku li dijî taktîkên mijûlkirinê û polîtîkayên komkujiyê ew li dijî hikumeta Kolombiyayê ji nû ve dest bi têkoşîna çekdarî dikin. Tê gotin, ji ber ku hişyariyên bi salan tên kirin ji nedîtî ve hatin, encameke bi vî rengî rû da.