ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Îlona 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Îlona 2019'an.
Çalakiyên ku li dijî qeyûman pêk tên wê werin şopandin.
Şeyhdavût Başkan li Girtîgeha 2 a Bunyan a Kayseriyê nayê dermankirin. Ji ber vê yekê jî 87 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Tevî êrîşên dewleta Tirk û zextên rejîma Sûriyeyê, KPC-Demokratîk li Şêrawayê di nava şert û mercên giran de zarokan perwerde dike.
Neteweyên Yekbûyî ragihand, ji bo ku heta sala 2030'î koledarî bê bidawîkirin divê her roj 10 hezar mirov ji koledariyê bên rizgarkirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî li dinyayê 40 milyon mirov kole ne.