ROJEVA 3'Ê ADARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga Rêber Apo wê bêne şopandin.

Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê Nîlufer Koç anî ziman ku şert û mercên heyî yên Îmraliyê ewlehiya Rêber Apo misoger nakin û got, "Divê dewlet rîskê bide ber çavên xwe, bi lez tevbigere û gavên şênber biavêje."

Koordînasyona PAJK'ê ragihand ku 8'ê Adarê bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk tacîdar bûye û diyar kir ku wê berpirsyariyên vê pêvajoyê bi cih bînin; têkoşîna ji bo demokrasî, aştî û azadiyê mezin bikin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal bang li jinan hemûyan kir ku li dijî êrîşên li hemberî jinan û polîtîkayên qeyûm dakevin qadên 8'ê Adarê.

Hejmara meha Adarê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta 'Ber bi bihara jinan ve' hate weşandin.

Hejmara 518'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Çareserî di nava berxwedana gelan de ye ku xwe li ser xeta Apoyî bi rêxistin kirine' hate weşandin.