ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên li dijî qeyûman pêk tên wê werin şopandin.

Parlamentera federal a Elman Sîmone Barrîentos ji bo kampanya alîkariyê ya sê weşanxaneyên li Elmanya, Swîsre û Awûstûryayê banga piştgiriyê kir, ku bi kampanyayê tê xwestin, pirtûkên Weşanxaneya Mezopotamyayê bên çapkirin.

Pisporên Navenda Lêkolînên Koç û Ahengiyê ya Elman diyar kirin, Erdogan hejmara Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê dinepixîne.

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Zelal Demîray diyar kir, girtiyên nexweş weke amûreke siyasî tên bikaranîn.

Tiriyê Erdîşê ku mêwên wê beriya 3 hezar salî li navçeya Erdîş a Wanê ji aliyê Şaristaniya Ûrartû ve hatin çandin, hîn jî li navçeyê çavkaniya debarê ya gel e.

Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî (ÎÛCN) du ji pênc parên cûreyên daran ên li Ewropayê, her wiha sê ji çar parên cûreyên xwecihî li ber tinebûnê ne.