ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2019'AN
Nûçeyên ku di rojeva 28'ê Îlonê de derketine pêş.
Nûçeyên ku di rojeva 28'ê Îlonê de derketine pêş.
-Çalakiyên li Amed, Wan û Mêrdînê ên li dijî qeyûm wê werin şopandin.
-Endama Mor Dayanişma Derya Çîçek got, dewlet êrîşê dibe ser destkeftiyên bi têkoşîna bi slan û mînak da ku hevseroktî sûc tê dîtin.
-Nivîskar Yildiz Çakar got nirxên ku têkoşîna Kurdan ava kirî nirxên gerdûnî ne û diyar kir,’’Nivîskarên Kurd ku di wejeya xwe de jî van nirxan vediguhezînin cîhanê wê ferqekê ava bikin.’’
-Gerîlaya YJA Star Arîn Avareş ji bo Botanê got: “Cihê herî xweş ê li hevkombûna hevrêtî û dîsa cihê herî dijwar ê hesab pirsîna ji dijmin e.”
-Xizmên windayan vê şemiyê jî wê li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.
-Muhammet Nezir ê ku di zarokatiya xwe de dest bi sefariyê kir û ev 75 sal e didomîne got, ew li rojên berê digere û anî ziman ku ji bo pîşeya wî winda nebe, ew ê heta dawiya temenê xwe sefariyê bike.