ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên ku li dijî qeyûman tên kirin wê werin şopandin.

Parlamentera Swêdî Amîneh Kakabaveh diyar kir ku êdî dawî li Erdogan tê û got, "Bi zextên ji serdema navîn nikare li desthilatdariyê bimîne. Êdî her kes ji Erdogan bêzar bûye. Ji ber ku bi vê zane bi rengekî çavsorane êrîşê dibe ser Kurdan."

Parlamentera HDP'ê Semra Guzel bal kişand ser bêkontroliya li dibistanan û destnîşan kir, sedema bijehrêketina xwendekarên li dibistaneke Çewlikê xemsarî û bêtedbîrî ye.

Rêveberiya Washingtonê ragihand, ku Emerîka li gelek rêveberên payebilind ên Îranî û malbatên wan hatiye qedexekirin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompeo diyar kir, rejîma Beşar Esad di meha Gulanê de li Lazkiyeyê çeka kîmyewî bi kar aniye.