ROJEVA 26'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Kampanya hilbijartinê ya DEM Partiyê wê bê şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku wan bi Newrozê bi heybet dest bi berxwedana civakî kirine û got, "Me ev yek dît; gelê Kurd gelekî Newrozê ye. Lê belê gelê Newrozê wê gelên Tirkiyeyê jî bike gelê Newrozê."

Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan wê beşdarî mîtînga li Îdirê bibe.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn: Divê em hem dengê xwe bi kar bînin, hem jî xwedî lê derkevin. Ji ber ku li vê derê pêşbirk di navbera Kurdan û dewletê de tê kirin."

Li navçeya Wêranşar a Rihayê ku di hilbijartinên 2019'an de bi hîleyan HDP'ê winda kir, tê payin ku DEM Partî bi rêjeyeke bilind a dengan şaredariyê bi dest bixe.

Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli bang li xelkê li bajarên Serhedê kir ku piştgiriyê bide namzetên DEM Partiyê yên ji bo hevşaredariyê.

Mele Salihê Botî got, "Huda Par rûyê tarî yê dewletê ye. Yên ku piştgiriyê didin wan jî Misilmanên ji dil nînin. Bila gelê me bi wan nexape."