ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê.
-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar ma di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Rojhilata Navîn derkeve. Wê bigota, "Ji vê kêliyê û pê ve ez bi ku ve biçim wê şopandina û kontrola NATO û DYE'yê dewam bike."
-Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got desthilat ji ber nedadiyên xwe rojekê wê wrin darizandin û diyar kir, ''Bi teqezî em ê daxwazên xwe bi cih bînin û em ê bi ser bikevin.''
-Geşedan û helwestên li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya şebekeya AKP-MHP'ê ya li ser HDP'ê wê werin şopandin.
-Li gelek bajarên Ewropayê têkilî pêngava, ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re; Dema Bicihanîna Azadiyê ye'' ya ku KCK'ê ragihandibû wê çalakî werin kirin.
-Tê gotin teknolojiya herî girîng a piraniya amûrên şer ên xwedêgiravî ‘xwecih’ ên ku ji piraniya kuştina sivîlan a bi destê dewleta Tirk berpirs in, ji hêla Kanadayê ve bi rengekî derhiqûqî firoştine Tirkiyê.
-Polîtîkaya cezanekirinê ya hikûmetê ya li hember cezanekirinê kir ku li Wanê salên dawî bûyerên êşkenceyê zêdetir bibin. Doz ne li yên êşence dikin, yên tên êşkencekirin tên vekirin.
-Xizmên Nebediyan weke her Şemiyê dîsa wê li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.