ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên ku li dijî qeyûman pêk tên wê werin şopandin.

Çeteyê DAÎŞ'ê yê Belçîkayê Anoûar Haddoûchî ku bi navê 'Qesabê Reqayê' tê naskirin, di destê QSD'ê de ye. Haddoûchî dixwaze li Belçîkayê bê darizandin.

Li Çewlikê nêzî 100 zarok ji ber cîwayê li dibistanekê bi jehrê ketin. Yên ku rewşa wan a tenduristiyê giran e birin Xarpêtê. HDP'ê serdana zarokên li nexweşxaneyê û malbatên wan kir.

Prof. Gerhard Trabert li Meclîsa Federal a Elman qala çavdêriyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê kir û got, "Rojava herêmeke demokratîk e ku xwe baş bi rêxistin kiriye. Lê belê ji ber ambargoyê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê hene. Divê em wan bi tenê nehêlin."

Li gorî rapora dawî ya ji aliyê IPCC ve hate weşandin, vegerandina bandora germahiya global li okyanûsan li aliyekî, divê mirovahî êdî giraniyê bidin ser wergirtina tedbîrên ji trilyonan dolarî yên li dijî felaketên gengaz ên xwezayî.