ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên ku li dijî qeyûman pêk tên wê werin şopandin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, pirsgirêka Kurd tenê li Îmraliyê dikare bê çareserkirin û diyar kir, aqlê dewletê li dijî gelê Kurd careke din biryara înkar û tinekirinê wergirtiye.

Seroka ÎHD'ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen diyar kir, li girtîgehên Anatoliya Navîn 116 girtiyên nexweş hene û rewşa 23 ji wan gelekî giran e ku nabe li girtîgehê bên hiştin.

Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Servîsa Meteorolojiyê ya Brîtanyayê (Met Office) ve hate kirin, zivistana 2019-2020'î li gorî ya derbasbûyî dibe ku gelekî sar be.

Ji ber alîkariya tov, şitil û amûran a Şaredariya Rêya Armûşê ya HDP'î ji bo cotkaran, berhemên bi kalîte hatin wergirtin.