ROJEVA 24'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Kampanya hilbijartinên xwecihî ya DEM Partiyê wê were şopandin.

- Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Ebexê Hatîce Atabay Gundogdû anî ziman ku gelek pirsgirêkên mezin ên Ebexê hene û got, "Pirsgirêkên navçeyê wê bi destê jinê bêne çareserkirin."

- Hêzên gerîla ku ji sala 2023'an û vir ve derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin, ji meha Mijdarê ve çalakiyên xwe zêde kirine. Operasyonên şoreşgerî yên hêzên gerîla dewam dikin.

- Li ser jiyana enternasyonalên di Şoreşa Rojava de şehîd bûn pirtûkek bi navê 'Şehîd namirin-Lehengên Enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava' pirtûkek hate weşandin.