ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

ROJEVA 23'YÊ ADARÊ

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl gotin ku meseleya Kurd veguheriyeke pirsgirêkeke navneteweyî; divê demildest bi rê û rêbazên demokratîk çareser bibe.

-Kampanyaya DEM Partiyê ya têkildarî Hilbijartinên Xwecihî yên 31’ê Adarê wê bên şopandin.

-Agirî xwe amade dike ku wêranî û xisara ku hikûmeta AKP-MHP’ û Savci Sayan daye bajêr derbas bike. Namzetên DEM Partiyê ji hişmendiya kûr a dîrokî û feraseta siyasî ya gel bawer in.

-MHK û MOP ku têkildarî hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û Kurdistanê daxuyanî dan, diyar kirin ku ew bi DEM Partiyê re ne ku li her qadê demokrasiyê diparêze û bang li gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî kirin ku dengê xwe bidin DEM Partiyê.

-Şahiyên Newrozê ku wê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û navendên din ên Ewropayê bên lidarxistin, wê bên şopandin.

-Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.

-Şehîd Guven Doza li qadên ku berxwedan di lûtkeyê de bû ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin têkoşînek bêhempa da. Bi sekna xwe ya li ser xeta azadiya jinê bû gerîlayeke mînak a YJA Starê.

-Kîlîmên Wan-Colemêrgê ku xwedî paşrojeke bihezaran sal e û çand û bîra Kurd di bin bunyeya xwe de dihewîne, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk û şerê li Kurdistanê, hatiye ber qonaxa tunebûnê.