ROJEVA 23'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Sibata 2020'an.

Sekretera Jinan a KESK'ê Gulistan Atasoy bal kişand ser pirsgirêkên ku nava kar derdikevin pêşiya jinan û got, "Mobbîng a li dijî jinan, ji polîtîkaya desthilatdariya siyasî cuda nîne."

Endamê Dîwana KCD'ê Mehmet Nurî Ozdemîr diyar kir ku dema mirov li aqil, pêşniyar, perspektîfên têkildarî astengkirin û çareserkirina krîzan ji Îmraliyê derdikevin dinihêrin, dibînin Ocalan rêyeke din pêşkêş dike û got: “Li Rohilata Navîn navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Îmralî û Birêz Ocalan e’

Li Wanê niha çar kes bi gumana vîrûsa korona kontrolkirî ne. Rayedar daxuyaniyeke zelal nadin ku ev yek jî sedema tirs û fikaran e.

Amara Viyan ku di sala 2012'an de tevlî nava refên gerîla bû, herî zêde hêz û pêşengiya jinê ya li çiyayên Kurdistanê bandor lê kir.

Bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, YEKMAL'ê tevî gelek zanîngehan li paytexta Elmanya Berlîne sempozyûmeke ziman a ji bo 2 rojan li dar xist.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku Efrîka ji vîrûsa korona re ne amade ye û bang li Yekîtiya Efrîkayê kir ku di vê mijarê de zend û bendan ba bide.

Li eyaleta Ceara ya Brezîlyayê di nava du rojan de zêdeyî 50 kes hatin kuştin.

Fînlandiya ji bo valahiya leşkeran a li nava artêşê dagire, amadekariyan dike ku xizmeta leşkerî ya ji neçarî li jinan ferz bike.