ROJEVA 21'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Pîrozbahiyên Newrozê yên 2024'an wê bêne şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di peyama xwe de ya ji bo Newrozê şandî, bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û got, "Li ser xeta Rêber Apo û şopdariya şehîdên leheng em ê di vê dema dîrokî de bi ser bikevin."

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser tevahiya herêmê ye. Bi yekîtiya gelên Rojhilata Navîn em dikarin tecrîdê bişikînin."

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Kampanya hilbijartinên xwecihî ya DEM Partiyê wê bê şopandin.

Namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Çelê Hîvîdar Ertûnç bang li gel kir ku xwedî li îradeya xwe derkeve.