ROJEVA 20'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Hezîrana 2019'an.

- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bersiv da pirsên ANF'ê û got, li pêşiya gelê Kurdistanê tenê du rê hene; ya wê li ser xaka xwe weke gelekî azad bijî ya jî wê di bin postalên mêtingeran de qir bibe.

- Endamê Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê yê ji karên hilbijartinên berpirsyar Cengîz Ûzûner diyar kir ku ji bo ewlekariya hilbijartinê ew bi hesasiyeteke mezin dixebitin û got, wê nehêlin ku çaryeka dengekî jî bê dizîn.

- QSD û YPG'ê li herêma Firatê di operasyonên taybet ên rojên dawî de derbên giran li hucreyên razayî yên Tirkiyeyê û DAÎŞ'ê xistin. Çeteyên hatin girtin li planên Tirkiye û DAÎŞ'ê yên lin dijî herêmê mikur hatin.

- Endam û rêveberên HDP'î çend roj beriya hilbijartinê ji bo ewlekariya sindoqên dengdanê li hev civiyan û diyar kirin ku ew ji hilbijartinên 23'ê Hezîranê re amade ne, ew ê careke din bi ser bikevin.

- Jina Îngilîz a bi navê Nicky Cvane ku ji bo hînbûna Kurdî hate Kurdistanê, di nava sê mehan de hînî Kurmancî û Kirmanckî bû.

- Piştî ku parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê xist rojeva Parlamentera Swêdê, mijar hate nîqaşkirin.