ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Pîrozbahiyên Newroza 2024'an wê bêne şopandin.

- Kampanya DEM Partiyê ya ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê bê şopandin.

- Tifaqa AKP-MHP'ê ku li Qersê li dijî DEM Partiyê bi yek namzetî tevlî hilbijartinê dibe, ne tenê hilbijêrên ne ji Qersê li herêmê bi cih dike, her wiha tetbîqata zivistanê derbasî biharê kir û wezîfe da kontrayan, wê li bin guhê îradeya gel bikeve.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku Newroza herî mezin û şênber a hemû deman di sala 2024'an de pêk tê û got, "Kî çi dike bila bike, çiqasî êrîş dike bila bike, ev îradeya azadiyê ya gelê Kurd wê nikaribe bê sekinandin."

- Dostê gelê Kurd Erlîng Folkvord ku 1'ê Adarê ji ber krîza dil koça dawî kir, hate veşartin.

- Mehmûd Ehmed anî ziman ku Newroz bi PKK'ê re bi ruhê neteweyî û şoreşgerî hate pîrozkirin û got, "Bi saya ewladên xwe yê şehîd bûne em ji xewa kûr hişyar bûn, me zincîra koletiyê şikandin."