ROJEVA 19'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Sibata 2020'an.

Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mûrat Melek got, Wan bûye mîna bajarekî qedexekirî û diyar kir, qedexe ne ji aliyê walîtiyê ve, lê belê ji aliyê mejiyê desthilatdariya siyasî ve hatiye ragihandin.

Ji fermandarên HPG'ê Rodî Roj destnîşan kir, ew bi biryar in ku tecrîd û komployê parç bikin, gel û Ocalan bigihînin hev û wê ti carî dest ji vê biryardariya xwe bernedin.

Ji gerîlayên YJA Starê Diyana Dêrik got, di vê demê de komplo dixwaze xwe nû bike, lê belê gerîla wê li pêşiya armancên komplogeran bibin asteng.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) dewam dike, di hefteya 400'î de ye.

Li atolyeya Şanoya Kurdî ya li Stenbolê di 16'ê Sibatê de dersên şanoyê dest pê kirin. Mamosteya atolyeyê şanoger Berfîn Zenderlîoglû got, "Eger Kurdî venaguhere çanda şanoyê hingî di vir de berpirsyariya her kesî heye."

Ji ber germahiya global tê payin ku ava li deryayê bilind bibe. Ji bo pêşî li xisar û bandora vê yekê bê girtin, hate ragihandin ku li şûna bendên li peravan pêwîstî bi bendên li nava deryayê heye.

Ji ber kuliyên ku gelek welatên rojhilatê Efrîkayê talan kirin, bi dehan milyon mirov ketin rewşeke metirsîdar a birçîbûnê.