ROJEVA 19'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Hezîrana 2019'an.

- Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir, piştî hilbijartinên 23'ê Hezîranê wê zext û êrîşeke giran li karker û kedkaran bê kirin û got, divê di hilbijartinê de li gorî vê yekê helwestê nîşan bidin.

- Jinên Kurdistanî û Fransayî yên li Fransayê xwe ji bo Festîvala Jinan a Rojbîn amade dikin ku wê 23'ê Hezîranê pêk were.

- Hevşaredara Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê Rojîn Çeto diyar kir, mohrkirina peymana şaredariya dost a bi şaredariya navçeya Friedrichshain-Kreuzberg a Berlînê ji bo wan gelekî girîng e û got, "Em ê bi taybetî tecrûbeyên xwe yên modela xwerêveberiyê ragihînin."

- Li gorî rapora bi navê Endeksa Aştiyê ya Global, welatên ku aştî li wan deveran di rewşeke metirsîdar de ye Efrîka û Rojhilata Navîn in, Rûsya jî deh rêzên destpêkê de ye.

- Li ser sînorê Elmanya-Polonyayê polîsên gumrukê yên Elman di nava paketên loqumê Tirk de 670 kîlo eroîn dîtin. Ajokarê Tirk ê qemyonê hate destgîrkirin.