ROJEVA 18'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Çalakiyên Newrozê yên li Kurdistanê û devreyî welat wê bêne şopandin.
- Kampanya hilbijartinên xwecihî ya DEM Partiyê wê were şopandin.
- Koordînasyona KJK'ê Newroza 2024'an pîroz kir û got, "Em cejna vejînê Newrozê li gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em bawer in ku Newroza îsal wê bibe wesîle ji azadiya Rêberê me re."
- Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ragihand ku ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê ew ê li Frankfûrtê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.
- Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Frankfûrtê Kerem Gok got, "Newroza îsal wê bibe çalakiya ji bo bilêvkirina daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."
- Hevseroka TEV-ÇAND'ê Sumeyye Mihemed anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re Newroz bi hemû gelan re hate pîrozkirin û got, "Newroza îsal jî wê di atmosfereke pîrozbahiyê de bê kirin ku her gel wê çanda xwe nîşan bide."