ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Çileya 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser sînorê Efrînê diqewimin û êrîşên artêşa Tirk wê werin şopandin.

- Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Devrîm Bariş Baran diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd li derveyî qanûnên Tirkiyeyê û gerdûnî ye û xwest, CPT’ê ji bo tecrîd bi dawî bibe zextan li Tirkiyeyê bike.

- AKP/Erdogan ku sala 2017'an encama dixwest bi dest nexist, bi êrîşan dest bi sala 2018'an kir. Erdogan ku dagirkirina Efrînê xistiye rojeva xwe, bi vî rengî dixwaze şerê li Bakurê Kurdistanê veşêre. Haya civakê ji 29 leşkerên di nava 15 rojên destpêkê yên salê de hatine kuştin, nîne. Bi 'operasyona Efrînê' re hewl dide civakê bixapîne.

- Wezîrê Edaletê yê berê yê Îranê, ku zarok jî di nav de biryara îdamê der barê gelek kesan de dabû, ji bo 'tedawiyê' hatibû Elmanyayê. Mijara terikandina Elmanyayê kete rojeva meclîsa federal. Wekîlên Elman dixwazin skandala Şahrûdî bê ronîkirin.

- Pîrozbahiyên 40'emîn salvegera damezirandina PKK'ê di dawî bûn ên ku di pêşengtiya Koma Kevana Zêrîn de di 27'ê Mijdarê de hatibû destêkirin û 40 rojan domiya. Hunermendên ku li gelek qadên gerîlayan geriyan, kêfxweşiya xwe anîn ziman.