ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.

Efrîn du sal in mîna bajarekî Tirkan ji aliyê Walîtiya Hatayê ve bi şertên awarte ji aliyê MÎT'ê ve tê birêvebirin. Bi mekanîzmayên dewleta Tirk li dijî Kurdan paqijiya etnîkî tê kirin. Kurdên noker jî li derve tên hiştin.

Şanoger Berfîn Emektar diyar kir, şano beşeke girîng a hunerê ye, bandorê li civakê dike û got, "Şano sînoran ji holê radike."

Amargî Zîlda (Bahar Ûçak) ji Malazgîrtê bû. Di temenê xwe yê ciwan de girtîgehên Tirkiyeyê dît, lê belê ji wê derê xwe gihand çiyê. Ji Cîlo heta Başûr, ji wir jî berê xwe da Erzîromê. Di temenê xwe yê têkoşînê de timî bi ser dijmin ve meşiya.

Siyasetmedarê Kurd Salîh K. ê li Stûttgartê tê darizandin bi 3 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî, 10 salên navbera 2010-2019'an serdema herî germ a gerstêrkê bû. Di salên bê de jî dibe ku bûyerên mezin ên meteorolojîk rû bidin.

Li du exoplanetan ku beriya demeke nêz hatin dîtin û li dora stêrkên nêzî dinyayê ne, îhtimala jiyanê tê lêkolîn.

Seroka Meclîsa Nûneran Nancy Pelosî îdîanameya li ser pêvajoya ezîlkirina Donald Trûmp îmze kir.