ROJEVA 15'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, bê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Endamên Komîsyona Baweriyê ya FEDA'yê, nobedarên vê hefteyê yên 'Nobeda Azadiyê' ne.
Aktîvîsta Skoçyayî Sarah Glynn ku di nava heyeta jinan a Brîtanyayê ya hate Rojava de cih girt, anî ziman ku avakirina cîhaneke din pêkan e û Rojava jî mînaka vê yekê ye. BI DÎMEN
Serokê CÎK'ê Tûrhalli got, Remezan meha edalet û rastiyê ye û ji hemû Misilmanan xwest ku li ber desthilatdariya AKP-MHP'ê rabin. BI DÎMEN
- Endama Parlamenta Ewropayê Julia Ward got, divê şert û merc bên afirandin ku Efrînî karibin bi rengekî ewle li cih û warê xwe vegerin. BI DÎMEN
- KNK û Înstîtuta Kurdî ya li Elmanyayê işaret bi xeteriyên li ser zimanê Kurdî kirin û bang li hemû Kurdan kirin ku bi seferberiyeke giştî xwedî li zimanê xwe derkevin û li hemû qadên jiyanê bi kar bînin.
- Endama Saziya Ziman a KCK'ê Ronahî Eren bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî polîtîkayên înkar û qirkirina zimanê Kurdî û got, ji bo parastina ziman bang li her kesî kir ku bi Kurdî biaxvin, binivîsînin û bijîn. BI DÎMEN
- Nivîskar Îrfan Babaoglû bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî axivî û got, "Ziman hebûna mirovan e, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û di nava gel de belav bikin. Em Zimanê Kurdî bikin zimanê rojane û nivîskî." BI DÎMEN