ROJEVA 14'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed diyar kir, piştî şerê li eniyê yê li dijî DAÎŞ'ê, wê YPJ li gel karên parastinê û operasyonên bi hêzên taybet re, her wiha wê rêxistinbûn û têkoşîneke xurt a civakî jî bike.

- Piştî serdana namzetên HDP'ê ya li gundê Hacikaş a navçeya Erdîşê, Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê gef li gundiyan xwar. Gundiyan jî gotin, "Em ê dengê xwe bidin HDP'ê."

- Pisporê Rojhilata Navîn, dîroknas û zanyarê siyasetê Prof. Dr. Hamît Bozarslan li ser şerê Sûriyeyê, asta heyî ya şer, biryara vekişînê ya DYE'yê û polîtîkayên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên li ser Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.

- Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir, tecrîdkirina Ocalan polîtîkaya şer e û got, "Her kes dizane  ku navnîşana aştî, diyalog û muzakeriyan Îmrali ye."

- Medico International ku saziyeke mafên mirovan e, ji bo dawî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bê anîn, dest bi kampanyayê kir. Gelek rewşenbîrên navdar ên Ewropî mohra xwe danîn binê kampanyayê.

- NAV-DEM ji bo çalakiya 15'ê Sibatê ya li paytexta Elmanya Berlînê ku wê 24 saetan bidome, banga beşdariyê kir.