ROJEVA 13'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Hezîrana 2019'an.

- Hevserokê Desteya Rêveber a Meclîsa Şengalê Faris Herbo peyama Ocalan a ji bo civaka Êzidî nirxand û got, "Peyama Ocalan ji bo Êzidiyan xwedî wateyeke dîrokî ye."

- Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd der barê Kongreya Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî ku wê 14'ê Hezîranê pêk were û diyar kir, "Em dixwazin bi cihêrengiya xwe di çareseriya hevpar de bibin yek."

- Zekî Bayhan ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê yek ji berxwedêrên rojiya mirinê bû. Bayhan got, "Me tecrîda li Îmraliyê ti carî weke tecrîda li girtîgehê nedît. Tecrîd pirsgirêkeke rejîmê ye. Berxwedana me jî li dijî vê rejîmê bû."

- Çavkaniya Sûlava Kanîspî ya li navçeya Şaxê ya Wanê Çemê Sortkin e. Projeya Santrala Hîdroelektrîk (HES) ku tê xwestin li ser wî çemî bê çêkirin rê li ber nerazîbûnan vedike.

- Parlamenterên Partiya Çep ên Meclîsa Federal Helîn Evrîm Sommer, Gokay Akbûlût û Parlamentera Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr bang li rêveberiya Berlînê kirin û gotin, "Xwerêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê bê parastin û naskirin."

- Li gorî anketa saziya Ipsos a Kanadayî, rêjeya mirovên li gelemperiya dinyayê ji nûçeyên derewîn ên li ser medya civakî bawer dikin zêdeyî 80 ji sedî ye.