ROJEVA 13'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Greva birçîbûnê ya Sûltan Yîgît û Şivan Agaoglû ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê di rojav 40'î de ye. Doktoran doh rewşa her du ciwanan kontrol kirin.

- Sedat Akin ku dema li Girtîgeha Tîpa T a Erzîncanê girtîbû dest bi greva birçîbûnê kir û di roja 44'an a çalakiya xwe de hate berdan, greva xwe li mala xwe didomîne.

- Dewleta Elman di mijara ceza û qedexeyê de xwe digihîne asta dewleta Tirk. Du dijberên şer ji ber ku Rheinmetall ji ber biryara hilberîna panzeran a ji bo rejîma Erdogan şermezar kirin, bi 15 hezar Euro cezayê pereyan hate cezakirin. Aktîvîstên naxwazin ceza bidin, mijar birin ber destê dadgeriyê.

- Malbatên şehîdan ên li Qamişloyê diyar kirin, ew bi zarokên xwe serbilind in ku DAÎŞ qedandine û gotin, wan timî bawer dikin ku zarokên wan wê bi ser bikevin.

-  Sema Mazlûm ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye got, "Têkoşîna me civakîbûnê ferz dike. Yekane tişta ku dawî li rewşa heyî bîne û serketinê misoger bike, berxwedana civakî ye."

- Hacer Xelîl Yûsûf ku 88 roj in di greva birçîbûnê de ye got, "Rexnedayina me ya ji ber hevrêtiya kêm, wê bi bidawîkirina tecrîdê pêk were."

- Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Qaxizmanê M. Emîn Aras û Gogercîn Aras got, wê bi temsîliyeteke wekhev bi gel re şaredariyê bi rê ve bibe.

- Platforma "Jiyan li dijî tecrîdê" ya li Ewropayê, ji bo çalakiya 15'ê Sibatê li paytexta Elmanya Berlînê dest pê bike û 24 saetan bidome banga tevlîbûnê kir.