ROJEVA 12'Ê GULANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Gulana 2018'an.

-Gerîlayên HPG’ê yên ku li herêmên Xakurkê û Bradostê li dijî artêşa Tirk a dagirker şer dikin diyar kirin ku ew dikarin di şert û mercan de şer bikin. (Bi dîmen e)

-Endamên Lijneya Rêveber ê EMEP’ê Yûsûf Karataş diyar kir ku AKP ne bi tenê li dijî Kurdan, li dijî kedkaran jî dijminatiyê dike û got, “24’ê Hezîranê ne dawî ye, destpêk e.” (Bi dîmen e)

-Serokê Enstîtiya Pomakan Îbrahîm Kenar û Tevgera Pomakan a Demokratîk diyar kirin ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ew ê piştgiriyê bidin HDP û namzetê wê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş

-Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku di şertên wekhev de hilbijartina 24’ê Hezîranê pêk nayê û got, “Wekî di 7’ê Hezîranê de ew ê gelê me derbeke xurt li faşîzmê bide.”

-Li Colemêrgê Santralên Hîdroelektrîk (HES), santralên elektrîkê û trafo xwezayê xerab dikin. Li gundê Otlûca yê Colemêrgê navenda trafoyê xisarê dide bax, baxçe û zindiyan.

-Kaymakamê Artêmeta Wanê ji bo ku navnîşana gelê li Wanê were Artêmêtê ferman da.

-Hefteya borî di salvegera 200’emîn a Karl Marks a li bajarê Kasselê yê Elmanyayê ji ber vekirina alaya YPG/YPJ’ê têkildarî parlementer Marjana Schott a Partiya Çep lêpirsîn hate destpêkirin.

-Piştî ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp ji peymana nukler a bi Îranê re xwe vekişand, şîrketên li Ewrûpayê bi fikar in. Nêzî 10 hezar şîrketên Elmanyayê têkiliya wan a bazirganî bi Îranê re hene û ev şîrketên hanê bi fikar in.

-Di temaniya cîhanê de nêzî 260 milyon zarok nikarin biçin dibistanê. NY, Bankeya Cîhanê û çar bankeyên pêşveçûnê ji bo piştgiriya perwerdehiyê hewl didin 10 milyar dolaran berhev bikin.

-Di 12’ê Hezîranê de tê payîn ku di navbera DYA û serokên Koreya Bakur hevdîtin were kirin, DYA’yê diyar kir ku ew dikarin alîkariya ekonomîk a bi şert bidin Pyongyangê.

-Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku cîhaza lazerê ya herî xurt a cîhanê çêbike, projeyeke mezin dide meşandin.

-Hate ragihandin ku helîkoptera ku ji bo li Marsê lêkolînan bike ji aliyê NASA’yê hatibû çêkirin, ew ê di Tîrmeha 2020’an de bifire.