ROJEVA 12'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Adara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Adara 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên li dora vê berxwedanê bi bîr xist. Kalkan got, "Kurd êdî jiyaneke ji bilî jiyana azad qebûl nakin. Ji xwe jiyaneke din jî nabe."
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, berxwedêrên greva birçîbûnê hevrêyên rastî yên berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ne û diyar kir, berxwedana greva birçîbûnê hêrsa gelê Kurd derxistiye holê.
- Berxwedana greva birçîbûnê ya li Strasbourgê di roja 86'an de ye. Serdana ji bo çalakgeran bê navber didome.
- Komîteya Rêveber a HBDH'ê: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna azadiyê ye ku li dijî şer, komkujî û êrîşkariya herêmî tê kirin. Em vê berxwedanê mezin bikin, veguherînin pêngaveke encamgir û bikin derfeteke xurt a siyasî.
- Salvegera 3. a damezrandina HBDH'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hate pîrozkirin.
- Bi hezaran malên dîrokî yên Wanê ji ber polîtîkayên AKP-MHP'ê bi zanebûn tên hilweşandin. Ji van malên dîrokî tenê çend heb mane.