ROJEVA 11'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Gulana 2018'an.
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Besra Firat dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn û Başûrê Kurdistanê nirxand û got, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê şerê mezin ê man û nemanê tê kirin. (Bi dîmen e)
- Artêşa Tirk roja 1'ê Gulana 2018'an bi balafirên şer bombe li holên gundiyan ên li gundê Şûşanê barand. Di bomberdûmanê de jî bombeyên ku li gorî peymanên navneteweyî qedexe ne hatin bikaranîn. (Bi dîmen e)
- Dewleta Tirk çeteyên ji Xota û gelek deverên din aniye li gundên Efrînê bi cih dike.
- Dema lêpirsîna li qeyda dengdêriyê ya hilbijêrên li derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja 12'ê Gulanê diqede. HDP-Ewropayê işaret bi girîngiya hilbijartinê kir û bang li dengdêran kir.
- Qanûna 'dewleta polîs' ku tê xwestin li Eyaleta Bayernê bê derxistin, li Munchenê bi xwepêşandaneke girseyî hate şermezarkirin. Di xwepêşandanê de ku zêdeyî 30 hezar kes tevlî bûn, alayeke mezin a YPG'ê hate vekirin.
- Li change.org bi sernavê "Ji bo hilbijartineke wekhev, azad û bê fen bila Selahattîn Demîrtaş bê berdan" kampanya dest pê kir û armanca xwe berhevkirina 5 hezar îmze bû. Di demeke kin de zêdeyî 5 hezar îmze hatin berhevkirin.
- Krîza avê ya li Îranê giran dibe. Li gundên eyaletên Sîstan û Belûcîstanê bi sedan kanî çikiyan.
- Komîteya Kevana Zêrîn, fermandara gerîla û hunermend Hozan Mizgîn bi bîr anî.
- Ji bo hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bernameya dengdanê ya li Elmanyayê diyar bû. Li gorî vê yekê wê dengdêr li 13 bajaran, di navbera 7-19'ê Hezîranê de karibin dengê xwe bidin. Konsolosxane jî wê ji bo beyankirina navnîşanê roja Şemiyê heta saet 16'an vekirî bin.
- Lîstikvan Denîz Nakî li Freiburgê tevlî civîna gel bû, işaret bi girîngiya hilbijartinê kir û got, "Mirovên li derdora xwe qanih bikin ji bo dengê xwe bidin."