ROJEVA 10'Ê GULANA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê wê bê şopandin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.
- - Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dema lêpirsîn û qeydkirina dengdêrên li derveyî welat roja 12'ê Gulanê diqede.
- Alp Altinors diyar kir ku hilbijartina 24'ê Hezîranê wê ji bo Erdogan bibe ya herî zehmet û diyar kir, 'Tifaqa Milet' a ku bi navê 'tifaqa bê bendav' li hev civiya û HDP li derveyî xwe hişt, ji tifaqa AKP-MHP'ê soza tiştekî cudatir nade.
- Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê ku nêzî hezar endamên xwe hene, ji bo ewlekariya hilbijartinê û destekkirina namzetên mûxalîf xwe bi rêxistin dike. Armanca meclîsê ew e ku ji bo de hezarn sindoqan endaman peyda bike.
- CDK-F ku bi 100 komîteyan li gelemperiya Fransayê dest bi karê hilbijartinê kir, wê heta 7-19'ê Hezîranê dema dengdanê bi rengekî berfireh bixebite.