ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Mijdara 2019'an.

Bûyerên dawî yên der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkeriyê pêk tên wê werin şopandin.

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê wê bê şopandin.

Doktora zarokan Dr. Çagla Seven ku di Komkujiya Pirsûsê de bi rengekî giran birîndar bû diyar kir, Kobanê ya ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe da nîşaneya hêviyê ye û got, "Kobanê neket û wê nekeve."

Aktîvîstekî Elman Felîx tevlî bernameyeke televîzyona ARD'ê bû û qala şoreşa Rojava kir.

Li Meclîsa Eyaleta Qûebec a Kanadayê pêşnûmeyek hate qebûlkirin. Di pêşnûmeyê de êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê hatin notkirin û hate destnîşankirin ku ew piştgiriya gelê Kurd dikin.

YJK-E'yê li dijî êrîşên dewleta Tirk ji bo çalakiyên 2'ê Mijarê Roja Rojava ya Cîhanê banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, di çarçoveya dirûşma 'Azadî xewn nîne' wê berxwedan bê mezinkirin.

Şêniyên li gundên sînor ê Dirbêsiyê gotin, "Piştî ewqas êrîş û berxwedanê em dixwazin hêzên QSD'ê li ser sînorê me bin."

SKB'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedana Rojava silav kir û got, "Em xwedî li Şoreşa Jinê ya Rojava derkevin."

Sûrên Amedê ku beriya 5 hezar salî hatin avakirin û piştre ji aliyê şaristaniyên cuda ve hatin nûkirin, hîn jî li ser piyane. Sûrên Amedê şahidiyê ji dîroka bajêr re dikin.