ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Karayilan: Dewletê biryar daye ku HDP'ê li binê bendê bihêle, lê her tişt bi dilê dewletê nameşe. Ev yek bi karê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ve girêdayî ye. Serketina HDP'ê wê rê li ber serdemeke demokratîk veke.

- Malbata Sadiye Îbrahîm yek ji Ermeniyên ji Rihayê ye ku ji qirkirina 1915'an rizgar bûye. Îbrahîm dibêje, "Ya ku wê wextê anîn serê me, niha tînin serê Efrîniyan."

- Endamên Platforma Hilbijartinê ya Stuttgartê Gulay Tolû û Fîlîz Çakalik li ser karê HDP'ê yê hilbijartinê agahî dan û got, ji bo paşeroja zarokan divê rejîma yek şexsî bê hilweşandin.

- Parlamenta Federal a Swîsreyê bûyerên li Sûriyeyê diqewimin weke sûcê şer bi nav kir û şermezar kir. Platformê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi tevlîbûna Kurdan dest bi hevdîtinên nû yên aştiyê bike.