ROJEVA 02’YÊ HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Gulana 2018'an.

Wê çalakiyên têkildarî rewş û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên şopandin.

Karayilan: Îro dagirkeriya Tirkiyê, rejîma faşîst a AKP û MHP’ê hemû tiştî li gorî têkoşîna azadiya gelê Kurd eyar dikin. Ew dixwazin şer kûr bikin, vêya jî venaşêrin û di qadên hilbijartinê de jî eşkere dibêjin.

Operasyonên li Bakurê Sûriye yên li dijî DAIŞ’ê û pêşketinên girêdayî wê, wê bên şopandin.

Bûyerên êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Efrînê bên şopandin.

Wê pêngavên şoreşgerî yên gerîlayên HPG’ê yên li dijî hêzên dagirker yên li Başûrê Kurdistanê bên şopandin.

Bûyerên girêdayî hilbijartina 24’ê Hezîranê bên şopandin.

Dayikên Amedî, anîn ziman ku hêviya wan bi HDP’ê ya ku bûye reng û dengê jinê heye.

Endamê Platforma Hilbijartina HDP’ê ya bajarê Stûttgartê yê Necatî Akin ê di xebatên hilbijartinên Ewropayê de cih digire, anî ziman ku HDP partiyeke ku xîtabî her kesê dike ye.

Meclîsa Xwendekarên Hiqûqê ji bo ewlehiya hilbijartinê hemû pirsên li ser medya civakî têne ragihandin bi vîdeoyan dibersivînin û ji bo ewlehiya sendoqê xebatan dikin.

Xizmên Winda û Dayikên Şemiyê wê aqûbeta windayan biprsin.