Rojek li mewziyên YPJ'ê

Rojek li mewziyên YPJ'ê

Şervanên YPJ'ê, di berxwedana zêdeyî 80 rojî de ne tenê bajarekî diparêzin, di heman demê de mejiyê serweriya mêr jî hildiweşînin. Şervan dibêjin, "Em li vir bi tenê şer nakin. Rêbaza şer û jiyaneke nû li van çeperan birêxistin dikin."

Bi şervanên YPJ'ê re, ku li gel pêşengiya xwe ya di berxwedana Kobanê de bi estetîka berxwedana xwe re cih di dilê tevahiya jinên cîhanê de girtin, me li mewziyan rojek derbas kirin.

Ji bo em xwe bigihînin mewziyên şervanên YPJ'ê, di bin barana topên hawanê de em ji cihekî di nava heriyê de ne bi qasî 15 deqeyan dimeşin. Piştre wesayîtek tê em dibe eniya başûrrojava, ku fermandar Peyman û şervanên YPJ'ê lê ne. Pevçûnên li vê eniyê, li nava bajêr rû didin û xanî veguherîne mewziyan. Dema em dikevin qada mewziyên şervanên YPJ'ê lê ne, fîgurekî jinê yê bi heriyê li dîwarê xaniyekî hatiye çêkirin, bala me dikşîne. Dema em li vê dipirsin, şervana jinê Zinarîn Zagros a me pêşwazî dike dibêje, "Ev der herêma şervanên jin e, lewma me ev çêkirin."

Zinarîn Zagros me dibe mewziya ku ji fermandarên YPJ'ê Viyan Peyman û komek ji şervanên YPJ'ê lê ne. Dema em xwe digihînin mewziyê, topeka hawanê li kêleka me dikeve. Viyan Peyman jî li me vedigere û dikene. Şervan ji me re dibêjin ku şensê me heye, ji ber ku em di dema çayê de hatine. Piştre bi vexwarina çayê re em dest bi sohbetê dikin. Ji şervanan Nesrîn Tiltemir bi rûkenî dibêje wêneyekî wê di medya civakî de hatiye parvekirin û wiha dewam dike: "Bi giranî wêneyên hevalên şehîd ketine tên parvekirin. Dema min wêneyê xwe di meyda civakî de dît, min ji xwe pirsî gelo şehîd ketime û haya min ji min tineye."

Şervanên jin ên li derdorê jî, li ser van gotinan dikenin. Piştî çay şervan vedigerin çeperên xwe. Zinarîn Zagros radihêje çeka xwe ya BKC û derbasî mewziyê dibe. Zinarîn dibêje ew ji çeka xwe gelekî hez dike, ji ber ku di parastina Kobanê de BKC gelekî alîkarî kiriye û dibêje, "Ez gelekî bi çeka xwe girêdayî me. Bi qasî ku li çeka xwe miqate me, li xwe ne miqate me."

Zinarîn Zagros da xuyakirin, ku ji ber bi hevalên xwe yên jin li heman mewziyê şer dike, gelekî hêzê digire û dibêje, "Weke şervanên jin dilsoziya me ya bi hev re, hezkirina me ya ji hev, dibe sedem ku di dema şer de derbên giran li dijmin bikeve."

Her wiha tilîliyên şervanên YPJ'ê heye, ku ji aliyê moral ve çeteyan ji hev belav dike. Zinarîn Zagros diyar dike ku tilîlî çeka wan a duyemîn e û destnîşan dike, ku tilîliyên wan di dema şer de endamên çeteyê ji hev dixe. Zagros dibêje, "Çeka min a yekemîn BKC, ya duyemîn jî tilîlî ye..."

Zinarîn Zagros bibîr dixîne ku mewzî bi tenê qada şer nîne û dibêje, "Em li vir xebatên perwerdeyê jî dimeşînin. Çalakiyên moralê jî lidar dixin. Li mewziyên xwe bi dorvegerî em dimînin. Bêhnvedan ji bo me ne tenê razan e. Em di çarçoveya felsefeyeke jiyanê de dijîn û şer jî li gorî vê dimeşînin. YPJ bi tenê jî bimîne, DAIŞ wê nikaribe bikeve Kobanê."

Ji vê mewziyê em derbasî mewziyeke din a YPJ'ê dibin. Li vê mewziyê fermandar Viyan Peyman, ji şervanan re kar û barên di nava rojê de divê werin kirin, vedibêje. Dibêje wê bîskek din xwarin bê xwarin. Di vê kêliyê de topeke hawanê li mewziya em lê ne dikeve. Ji nişka ve her kes xwe li erdê dirêj dike. Lê her kes hay ji xwe heye, dizane wê çi bike, panîk nîne. Dîwarê hilweşiya, her kesî di nava toz û dûxanê de dihêle. Li hemberî êrîşa duyemîn a topa hawanê, bi awayekî rêk û pêk cih tê guhertin. Kes birîndar nebûye. Piştî guhertina cih, ken destpê dike. Her kes di nava toz dûxanê de bi hev dikene.

Ji bo xwarinê bixwin, em ji wir derbasî mewziyeke din dibin. Ji ber ku hejmareke zêde şervan li hev kom nabin, sifra xwarinê ji yên berê bêhtir biçûk e. Em li dora sobeyekê rûdinên. Şervanên YPJ'ê li vir roja bihurî dinirxînin. Di heman demê de du şervan jî xwarinê amade dikin. Îro dora wan e ji bo çêkirina xwarinê. Li dû xwarinê, agahî tê ku tevgereke DAIŞ'ê heye. Yekser derbasî mewziyan dibin. Ji nişka ve her kes cidî dibe û ji cîhazên ragihandinê hişyarî tên kirin. Li hemberî êrîşeke xweberdana nava mewziyê, her kes tê hişyarkirin.

Em derbasî mewziya segvana YPJ'yî ya bi navê Arjîn Ararat dibin. Arjîn endamên DAIŞ'ê yên ji dûr ve tên xuyakirin, nîşan dide. Diyar dike ku du barbar hewl didin ji dûr ve xwe berdin nav û dibêje, "Min îro danê sibê tekmîla sê miriyên endamên çete da. Ez ê kêliyeke din tekmîla ya pêncan bidim." Ji xwe gelekî bawer e. Dixwaze em xwe vekişînin, du caran çekê diteqîne, li me vedigere û dibêje, "Ez êdî dikarim tekmîla xwe ya pêncemîn a îro bidim."

Hewldana xweberdana nav, tê astengkirin. Du endamên DAIŞ'ê yên berî niha bi demekê hewl dan êrîş bikin, li erdê dirêjkirî ne.

Em ji vê nuqteyê derdikevin û xwe digihînin mewziyeke din a li derveyî bajêr. Li vir du şervanên jin li gel çend şervanên mêr li dora agir rûniştine. Me bi rûkenî pêşwazî û silav dikin. Derdor asayî ye, pevçûnek nîne. Dibêjin ku di van saetan de bi taybetî li eniya rojhilat zêde pevçûn nîne. Mewziyên sergirtî yên li ber bendên ji axê hene. Ji me re dibêjin ku ew bi giranî li mewziyan dibînin û di demeke guncaw de ji mewziyan derdikevin û li dora agir sohbetê dikin. Em dibînin ku li mewziyeke pêş, pevçûneke dijwar diqewime. Du şervanên YPJ'ê firaxan dişon, yên din jî kevir û textan dibin. Dibêjin ji bo şuştina firaxan ew cih amade dikin.

Ji şervanên YPJ'ê Hêvîdar Serhad dibêje, "Sibê zû em ji mewziyan derketin û me taştê xwarin. Piştî nobedê em derbasî xwarina nîvro bûn, niha jî hin ji me firaxan dişon, hin jê jî ji bo şuştina firaxan cih çêdikin." Serhad di dewama axaftina xwe de dibêje, "Li mewziyên me bi tenê qadên şer û pevçûnan nînin. Qadên me yên jiyanê ne. Me her mewzî veguherandin komunekê. Em li vir bi tenê şer nakin. Em rêbaza şer û jiyaneke nû li van mewziyan birêxistin dikin."

Di vê kêliyê de, şervan li hemberî sûîkastên çeteyên DAIŞ'ê tên hişyarkirin. Em derbasî cihekî ewletir dibin. Şervanên firaxan dişon jî dewam dikin, ji ber cihê wan ewle ye.

Li cihekî nêzî mewziyan, ji bo bêhnvedanê kon jî hatine vedan. Ji şervanan Jiyanda Bilbêz dibêje, "Li van konan bêguman em bi tenê bêhnê venadin. Sohbet tên kirin, em çalakiyên moralê lidar dixin. Ji bo parastina xwe ji sermê, li mewziyan û konan, betaniyên me hene. Êvarê jî em agir dadidin."

Bi çûyîna ava ya rojê re, li nuqteyên mewziyên YPJ'ê agirê gerîla yê şervanan pê xistine, geş dibe. Şervanên nobeda mewziyê digirin li cihê xwe bicih bûne, yên mayî jî li dora agir dicivin û dest bi sohbetê dikin.

Şervaneke YPJ'ê li dora agir dibêje, "Tu dikarî wêneyê min bi fermandara min re bikşîne", ji fermandar jî ev bersiv tê: "Ez ne fermandara te me. Fewrmandar tu bi xwe ye!"

Şervanên YPJ'ê dibêjin ku bi tarîtiyê re pevçûn wê destpê bikin û ji me dixwazin ku em êdî biçin. Dema em ji wir diçin ji dengê şervaneke YPJ'ê strana "Rêwiyên Azadiyê" bilind dibe...