Rojê xwarinê çêdikin şevê nobedê digirin
Rojê xwarinê çêdikin şevê nobedê digirin
Rojê xwarinê çêdikin şevê nobedê digirin
Xebatkarên Aşxaneya Wanê yên bi dildarî hatin Pirsûsê û ji bo Kobaniyan xwarinê çêdikin rojê ji bo 20 hezar kesan xwarinê çêdikin û şevê jî diçin gundê Mehserê û tevlî nobeda berxwedanê dibin.
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên ji bo demeke kin jî be koçber bûn bi ruhê piştevaniyê tên mêvankirin. Hemû hewcehiyên welatiyên Kobanê yên koçber bûn bi piştgiriyên ji çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê hatin tên dîtin. Xebatkarên Aşxaneya Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ji roja ewil heta niha ji bo 20 hezar welatiyên di konbajaran de dimînin xwarinê çêdikin. Xebatkarên Aşxaneyê bi 6 xwarinpêş û 2 kesên dildar her roj du danan xwarinê ji bo welatiyên konbajar amade dikin û ji wan re belav dikin.
Berpirsyarê Mala Aşxaneya du meh in ji Wanê hatin Pirsûsê Yilmaz Bîrlîk diyar kir ku kesên li aşxaneyê dixebitin ji serê sibê dest bi çêkirina xwarinê diokin heta derengî şevê berdewam dikin û xwarinên çêdikin bi xwe li welatiyên Kobanê balav dikin û wiha got: "Ji 20 hezar kesan re xwarin çêdkirin zor be jî şev û roj xebitîn me nade zorê. Em bi qazanan xwarinê çêdikin. Em dibêjin 'Bila gelek be lê bila kêm nebe' û bila tu kes birçî nemîne û her time hinek din xwarinê zêde çêdikin." Bîrlîk anî ziman ku d stokan de zexîreyên zivistanê kêmbûn e û wiha axivî: "Stokên me kêm bûn e. Hevalên me yên dixwazin zexîr bişînin bila zexîreyên proteîna wan zêde bişînin."
Bîrlîk da zanîn ku rûmeta Kobaniyan rûmeta gelekî ye û wiha pê de çû: "Me heya niha gelek xwarin çêkir û belav kir. Lê tu kes weke gelek Kobanê bi rûmet nebû. Her çiqas berpirsiyariya aşxaneyê jî be ez bi dildarî hatim vir û dixebitim. Ji Kobaniyan re tenê xwarin na çi berpirsyarî hebe ez ê bikim."
Ji nanpêjan Fîkret Gokmen jî diyar kir ku ji bo Kobaniyan xwarin çêkirinê keyfê digire û her malbata Kobanê weke malbata wî ne û wiha got: "Em serê sibê zû hişyar dibin. Ji bo em xwarineke xweşiktir çêbikin seferber dibin. Ez weke bi zorî berê xwe nadim vî karî. Me xwe pêşniyar kir û em hatin Pirsûsê. Piştî me xwarin çêkir em li konbajaran digerin û xwarinê belav dikin. Piştî karê xwarin belavakirinê bi dawî bû ez diçim tevlî nobeta berxwedanê dibim."