Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) di derbarê karesata şewitandina şagirtên gundê Şînawê de daxuyaniyeke sersaxiyê belav kir. RJAK, di daxuyaniyê de balê dikşîne ser sedama bûyerê û destnîşan dike ku ev bûyer di encama siyaseta dewleta dagirker a Kurdistanê de pêkhatiye..
Roja 5ê berfanbarê li Pîranşarê agir bi pola xwendekarên keç ên dibistana seretayî ya gundê Şînawê ya bajarê Pîranşarê ketibû. Di encamê de 2 zarakên temên wan 10; Seyran Yegane û Êlham Îsmaîlpûr jiyana xwe ji dest dan û 37 zarok jî birîndar bûn. Rewşa 17 zarokan giran e û hêjî li nexweşxanê tên dermankirin.
Nerazîbûnên li hembêr vê kerasetê jî berdewam in. Herî dawiyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) ji mexdûran re sersaxiyê xwest. Di daxuyaniya RJAK'dê wiha hate gotin;
"Sedama pêkhatina bûyereke bi vî rengî, encama siyaseta dewletên dagirkerên kurdistanê û bi taybetî ya Komara Îslamî ya Îranê ye. Dagirkerên Kurdistanê ti carî nexwestine xizmeteke biçûk jî, bidin kurdistanê. Bi taybetî di warê avakirina dibistanan de gelek kêmasî têne kirin. Loma jî, gelek keç û kurên Kurd rastê pirsgirêkên bi vî rengî dibin."
RJAK, di berdewama daxuyaniya xwe de, diyar dike ku li himberî vê bûyerê hemû kesên xwedî wijdan xemgîn bûne. Bila dagirkerên Kurdistanê bizanibin ku ew ê gelê kurd ti carî bi polîtîkayên bi vî rengî çavtirsandî nebe. Keçên Kurd jî wê her dem li ser rêya zanistiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê RJAKê sersaxiyê ji malbata ku keça wan di şewatê de jiyana xwe ji dest da re xwest û ji bo hemû keçên din di karesatê de birîndarbûn re jî, hêviya saxlemiyê kir.