Nûnerên Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Însiyatîfa Piştgiriya bi Zindanan re, li avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê li ser grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ku 58 roj in dewam dikin, civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin.
Endama ÎHD'ê Şaxê Enqereyê Nûray Çevîrmen li vir axivî û got, "Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger li Girtîgeha Şakranê di roja 58'an, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî di roja 50. de ne. Ev pêvajo ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne, asta krîtîk e."
REWŞA TENDURISTIYÊ YA GIRTIYAN
Çevîrmen diyar kir, li gorî çavdêriyên parêzeran û malbatan, tansiyona girtiyan zû bilind dibe, zû kêm dibe û got, "Girtiyan gelekî li xwe kêm kirine. Her wiha hevsengiya bedena wan xera bûye."
Çevîrmen, ya ku ji bo girtiyên di grevên birçîbûnê de ne bê kirin, anî ziman:
"Mafê kesên di greva birçîbûnê de ne heye, ku ji çavkaniyeke duyemîn a serbixwe nêrîna pisporan bigirin.
Ji kesê ketiye greva birçîbûnê, wê bi zorê xwarin neyê dayîn.
Ji dema gihîşt radeya nikare biryarê bide, wê kesê ketiye greva birçîbûnê neyê teşwîqkirin ku li ser tedawiyê wasiyetnameya jiyanê amade bike.
Ji bo pêşî li encamên nebaş ên gengaz were girtin, pêwîste ava paqij a vexwarinê, xwê, şekir û vîtamîna B1 ku di asta jiyanê de girîng e, ji kesê di grevê de ne bê dayîn.
Divê wezareta edaletê bi rêya parêzer û malbatên girtiyan bikeve nava hewldanên pêwîst.
Pêwîste heyetên serbixwe yên hiqûqanas û doktoran li girtîgehan karibin lêkolînê bikin û bi girtiyan re têkiliyê deynin."
'DIVÊ BERSIV JI PÊWÎSTIYAN RE BÊ DAYÎN'
Seroka Komîsyona Mafên Mirovan a ATO Aysel Yukler jî got, "Armanca me doktoran ew e, ku başiya mirovan derxînin asta herî bilind."
Yukler destnîşan kir, ku ew doktor bi peymanên navneteweyî re girêdayî ne û wiha dewam kir:
"Di van peymanan de wezîfeya ji me re tê dayîn ew e; ku heta dema bicihhatina armanca kesên ketine greva birçîbûnê, bikin ku çalakger bi tenduristiyeke baş bijî û dema greva birçîbûnê qediya jî, bikin ku nehêlin xisareke mezin li wan bibe. Yanî armanca me teşwîqkirina greva birçîbûnê nîne û mafê me yê qedandina grevê jî nîne. Lê belê li gorî peymanên navneteweyî, ev mirov tedawiyê qebûl bikin, qebûl nekin jî em neçar in rewşa wan bişopînin.
Ji bo xisareke giran li kesên di greva birçîbûnê de ne nebe, normal mirov divê herî kêm lîtreyekê avê vexwe. Ya duyemîn jî, eger vîtamîna B1 neyê dayîn, wê xisarên norolojîk ên mayînde li wan der bibin. Di vî warî de ya ku divê em bikin, pêşniyara me û mecbûriyeta dewletê ew e, ku vîtamîna B1 bide van kesan. Li gorî hesaban, divê rojane bi pênc kevçiyan şekirê hûr bê dayîn. Pêwîstiya van mirovan bi xwê heye. Rojê divê bi du kevçiyan xwê were dayîn. Bi kevçiyekî jî karbonat lazim e bê dayîn."