Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, tundiya polîsan a li hemberî rojnamevanan a ku zêde dibe şermezar kirin û gotin, “Em ê her tim mafê girtina agahiyan a civakê biparêzin. Em li dijî zext, astengî û tundiya li ser rojnamevanan li gel rojnamevanan bin.”

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), DÎSK BASIN ÎŞ, Komeleya Medyaya Herêmî, Komeleya Jinên Rojnamevan, Amed Haber Sen, MLSA û Nûnertiya TGS'ê ya Amedê têkildarî tundiya polîsan a di demên dawî de li dijî rojnamevanan daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de êrêşên polîsan ên li dijî rojnamevanan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Azadiya çapemeniyê kevirê bingehîn ê xwegihandina agahiya rast û demokrasiyê ye. Lê belê tundiya polîsan û zextên desthilatdariyê yên li bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Stenbol, Semsûr û Meletiyê û li gelek bajarên dinê, gefê li vî mafê bingehîn dixwe. Rojnamevan ji bo ragihandina bûyerên civakî, binpêkirina mafan a ji raya giştî re her wiha ji bo kêrhatina giştî peywira xwe dikin lê belê ew bi tundiya fîzîkî û derûnî tên astengkirin, tên binçavkirin û lêdanê dixwin.”

Di berdewamiyê de hate destnîşankirin ku dê li dijî sepanên antî-demokratîk ên desthilatdariyê yên li dijî çapemeniyê bêdeng nemînin. 

Êrîş û tundiya li dijî rojnamevanan ên di hefteyên dawî de wiha hatin rêzkirin: 

* Nûçegîhana JINNEWS'ê Derya Ren û nûçegîhanê Pirha Haberê Kamber Yildiz dema li herêma erdhejê kar dikirin ji aliyê cendermeyan ve bi GBT'ê rû bi rû man. Her wiha polîsan li Semsûrê du caran bi ser mala rojnamevanên lê diman, girtine. Lêpirsîn derbarê nûçeyên ku rojnamevan çêkirine de çêbûye û hatiye xwestin zext bên veşartin. 

* Piştî nûçeya derbarê dozgerê lêpirsîna Çeteya Yenidogan dikir de hat weşandin, Mudura Karê Nivîsê ya Rojnameya Pencere Nilay Can û Mudurê Karê Nivîsê yê halktv.com.tr Dinçer Gokçe hatin binçavkirin û ji bo parêzer Îrem Çîçek jî hepsa malê hat dayin. Piştî daxuyaniyên Wezîrê Dadê ev zext li çapemeniyê hatiye kirin û ev zext çarçoveya hiqûqê derbas dike, em dibin şahid ku ev vediguhere çavtirsandina rojnamevanan a ji aliyê desthilatdariyê ve tê kirin. 

* Dema qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Êlihê hat kirin bi ser Rojnameya Sonsoz a Êlihê ya ku çalakiyên şermezarkirinê dişopandin de hat girtin. Di serdegirtinê de nûçegîhanê rojnameyê Serhat Aslan hatibû xwestin bê binçavkirin lê belê bi mudaxaleya rojnamevanen din ên li buroyê serbest hat berdan. Gelek rojnamevan geşedanên çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin bi astengiya polîsan rû bi rû man. 

* Nûçegîhana JINNEWS'ê Pelşîn Çetinkaya û xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren ji ber ku çalakiya li Êlihê ya şermezarkirina qeyûman şopandin bi lêdanê hatin binçavkirin. Her du rojnamevan piştî karê wan ê emniyetê hatin berdan. 

* Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Yeşîm Tukel dema ku xwest çalakiya jinan a li dijî qeyûman a li Kadikoyê têxe binê qeydê ji aliyê polîsan ve lêdan xwar. Zextên li ser rojnamevanan êrîşeke cidî ya li ser xwedigihandina agahiyan a gel e.

* Ev bûyer li dijî peyamên çapemeniya azad û mafê mirovan ên navneteweyî yên Tirkiyeyê ne. Ev êrîşana ne tenê mafên takekesî binpê dike di heman demê de mafê xwegihandina agahiyan a civakê jî binpê dike. 

Di berdewamê de hate destnîşankirin ku tundiya li dijî rojnamevanan, li ser serdestiya hiqûqê, zelaliya hiqûqî û nirxên demokratîk ên Tirkiyeyê jî gefeke. Bi domdarî ev daxwaz û bang hatin kirin: 

*Em daxwaz dikin ku zext, binçavkirin û tundiya polîsan a li ser rojnamevanan bi awayekî azad demildest bên lêpirsînkirin. Derketina pêşberî darazê ya berpirsan ji bo parastina demokrasiyê girîng e. 

*Em daxwaz dikin ku helwesta astengkirina rojnamevanan a ji aliyê polîsan ve bi dawî bibe û li hemberî rojnamevanan rêzê nîşan bidin. Ji bo vê jî em daxwaz dikin ku polîs bên perwerdekirin. Çimkî hêzên ewlehiyê divê rêzê ji mafê girtina agahiyan a civakê re bigirin. 

*Ji bo bidawîkirina zextên li ser çapemeniyê em desthilatdariyê vedixwînin rêzgirtina ji bo azadiya çapemeniyê û raya giştî. Divê polîtîkayên tundî, zext û çavtirsandina li dijî çapemeniya azad bi dawî bibin. 

Daxuyanî, bi van gotinan bi dawî bû: “Em li gel hemû hempîşeyên xwe ne û em ê bi biryardariya xwe azadiya çapemeniyê her biparêzin. Polîtîkayên zextxwir û tundiya polîsan mafê pêkanîna xebatên rojnamevaniyê desteser dike. Em ê her tim mafê girtina agahiyan a civakê biparêzin. Em li dijî zext, astengî û tundiya li ser rojnamevanan li gel rojnamevanan bin. Li civakeke ku azadiya çapemeniyê lê tune be em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.”