Rêxistinên Kurd û Fransî ji Hollande re nameya Kobanê şandin

Rêxistinên Kurd û Fransî ji Hollande re nameya Kobanê şandin

Koordînasyona Piştevaniya Neteweyî ya bi Kurdistanê re (CNSK) ku di bin sîwana xwe de gelek organîzasyonên Fransî û Kurd vedihewîne ji Serokkomarê Fransayê François Hollande re nameyek şand û xwest alîkariya însanî, lojîstîk û leşkerî bide Rojavayê Kurdistanê.

Di nameya bi îmzeya Koordînatorê CNSK Joël Dutto de hat ragihandin ku ji ber êrîşên rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ, rewşa li Kobanê alarmê dide. Di bin sîwaan CNSK de tevî Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Partiya Nû ya Antî-Kapîtalîst (NPA), Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Breton (UDB) 14 organîzasyon hene.

CNSK diyar kir ku bi çekên giran, tank, maşînên zirxî û topên hewanê li hemberî Kobanê êrîş tên kirin û bi deh hezaran kes jî neçar mane koç bikin.

CNSK got, "Îro bajarê Kobanê di bin gefê de ye û bi vê yekê re girêdayî dibe ku 400 hezar şêniyên bajêr asê bimînin" û gumana "dibe ku bi rastî qirkirinek bê jiyîn" hat bilêvkirin.

CNSK'ê da xuyakirin ku Fransa li hemberî DAIŞ'ê li cem Iraqiyan û rêveberiya Başûrê Kurdistanê cih digire û got, "Pêwîste bi lezgînî li cem Kurdên li Sûriyeyê cih bigire, ku di roja îro de yekane hêza li dijî DAIŞ'ê radiwest e, ew in."

CNSK'ê ragihand ku şervanên YPG'ê, Şengaliyên di 3'ê Tebaxê de rastî dagirkeriya DAIŞ'ê hatin ji komkujiyên mezin rizgar kirin û got, "Ji bo pêşîgirtina li pêşveçûna DAIŞ'ê, divê hûn bi lezgînî biryara alîkariya leşkerî, lojîstîk û însanî ya ji bo hêzên Kurd re û yekîneyên li cem wan cih digirin, bidin. Welatê me xwedî wê defetê ye ku ji bo tinekirina çekên giran ên DAIŞ'ê bikeve nava destwerdaneke lezgîn û bi bandor. Ji bo valaderneketina berxwedana Kurdan, yek ji şertên pêwîst ev e."

CNSK bal kişand ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê û got, "Pêwîste bi lezgînî Fransa bang li Tirkiyeyê bike ku tavilê dest ji destekkirina cîhadiyan berde."

Di nameyê de hat gotin, "Ketina Kobanê wê encamên gelekî giran bi xwe re bîne û careke din wê hemû mirovanî neçar bimîne li hemberî qirkirinekê bikevin nava tevgerê."

Organîzasyonên di bin sîwana CNSK de cih digirin ev in: Amis du Peuple Kurde en Alsace, Amitiés Kurdes de Bretagne (AKB), Amitiés Kurdes de Lyon Rhône-Alpes, Association Iséroise des Amis des Kurdes (AIAK), Association de Solidarité France-Kurdistan (FK), Centre d’Information du Kurdistan (CIK), Conseil Démocratique Kurde de France (CDKF), Mouvement de la Jeunesse Communiste de France, Mouvement de la Paix, MRAP (Mouvement contre le Racisme et pour l’Amitié entre les Peuples), Nouveau Parti Anticapitaliste (NPA), Parti Communiste Français (PCF), Solidarité et Liberté (Marseille), Union Démocratique Bretonne (UDB).