Rêxistinên çete li hev civiyan: MÎT'ê serdana Çakici kir

Piştî ku Serokê Giştî yê partiya nîjadperest MHP'ê Devlet Bahçelî serdana serçete Alaattîn Çakici kir û xwedî lê derket, vê carê jî Serokê berê yê Daîreya Operasyonên Derve ya MÎT'ê Yavûz Ataç serdana Çakici kir.

Lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî ku hevalbendê AKP'ê yê desthilatdariyê ye, ji bo serçete Alaattîn Çakici digot "hemmengiyê min, evîndarê welêt" û li Nexweşxaneya Yuksek Îhtîsas a Kirikkaleyê serdana wî kiribû.

Roja Pêncşemê jî Serokê berê yê Daîreya Operasyonên Derve ya Rêxistina Îstîxbarata Tirk (MÎT) Yavûz Ataç serdana Çakici kir.

Ferhat Aydogan ku xwe weke 'şêwirmendê çapemeniyê' yê Çakici dide naskirin, diyar kir ku serdan bi destûra taybet a dozgeriyê pêk hatiye. Aydogan got, di dema serdanê de 'dostê nêz ê Çakici' Alî Kaymaz û parêzer Can Sevînç jî bi Ataç re bûn.

Çakici weke kesekî tarî û serkêşê rêxistineke organîzeyî ya sûc mehkûm bû. Ataç jî di salên 1990'î de tevlî gelek bûyerên tarî bû. Weke kesekî ku nêzî Çakici ye tê naskirin. Ev yek, têkiliya xurt a navbera dewletê û çeteyan radixe pêş çavan. Ataç jî li vê mikur hatibû.

Ataç di çarçoveya dozên der barê kuştinên kiryar nediyar ên salên 90'î de ji Desteya Teftîşê ya Musteşariya MÎT'ê re axivîbû û gotibû, di gelek operasyonên MÎT'ê yên derveyî welat de Çakici hatiye bikaranîn.

Balkêş e ku ev liv û tevgera li dora Çakici rû daye, beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê zêde bûye.