'Rêxistina Parastina Makeqanûnê li dijî Kurdan suc dike'

'Rêxistina Parastina Makeqanûnê li dijî Kurdan suc dike'

Serokê Giştî yê Yekitiya Komeleyên Kurd ên Almanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç da zanîn ku xebatên wan ên qanûnî ji aliyê Rêxistina Parastina Makeqanê ya Almanyayê ve weke ne qanûnî tên nîşandan û got ku rêveberên wan tên sucdarkirin û ev rêxistina parastina qanûnê li dijî Kurdan suc dike.

Mezintirîn federasyona Kurdan a Almanyayê Yekitiya Komeleyên Kurd ên Almanyayê (YEK-KOM) ku ji 65 komeleyan pêk tê 19’emîn kongreya xwe li bajarê Almanya Hagenê pêk tîne û bi sedan kes beşdar bûn. Di kongreyê de xebarên saziyê, rewşa Kurdan li Almanyayê, rewşa welat û polîtîkayên li dijî Kurdan û ji bo pêvajoya nû jî biryar tên girtin.

Serokê Giştî yê YEK-KOM’ê Yuksel Koç daxuyanî da ANF’ê û diyar kir ku dê ji bo dema nû gelek biryar bêngirtin. Koç destnîşan kir ku ew ê pêşekiyê bidin têkoşîna li dijî Rêxistina Parastina Makeqanûnê ya Almnayayê.

‘EM DI DORPÊÇA RÊXISTINA PARASTINA MAKEQANÛNÊ DE NE’

Koç da zanîn ku ji ber ew xebatên siyasî dimşeînin, di dorpêça Rêxistina Parastina Makeqanûnê ya Almanyayê de ne û got: “Hemû xebatên me yên siyasî û çandî weke ku ne qanûnî ne tên nîşandan û rêveberên me tên sucdarkirin” û diyar kir ku wana li hemberî vê yekê serî li dadgehê dane.

Koç bi bîr xist ku YEK-KOM, sala 1993’yê di çarçoveya qanûnên Almanyayê de hatiye avakirin û diyar kir ku ji wê rojê ta îro di çarçoveya qanûnan de polîtîka, xebatên xwe yên siyasî û çandî dimeşînin û got ku Rêxistina Parastina Makeqanûnê her tim dixwaze wana weke suc nîşanbide û got: “Çalakiyên me yên weke Newroz, mihrîcan û yên weke vana weke xebatên îllegal nîşan dide û bi vê rêyê zextan li me dikin. Her wiha sîxûrtiyê li ser ciwanên Kurd ferz dikin.”

‘250 SAZIYAN PIŞTGIRÎ DAN KAMPANYAYA NASNAMEYÊ’

Koç destnîşan kir ku Rêxistina Makeqanûnê ya Alman, ji bo kampanyaya îmzeyan a bi navê “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” ku sala 2012 pêk hat weke suc dît û got ku “YEK-KOMê ji bo pêkanîna vê kampanyayê ferman ji PKK’ê girtiye.” Koç bi bîr xist ku wana di sala 2009 de, di kongreya xwe ya elayeta Berlînê de vê biryarê girtiye û got: “Biryarên konferansê bi nivîskî hene, li wir in. Gelek rewşenbîr û akademîsyen beşdar bûn û nêrînên xwe vegotin.” Koç bi bîr xist ku axaftina vekirinê jî ji aliyê Serokê Parlementoya Eyaleta Berlînê ve hatibû kirin û got ku li sersanserê vî welatî 250 sazî û dezgehan piştgirî dane vê kampayayê.”

‘RÊXISTINA PARASTINA MAKEQANÛNÊ REWATIYA XWE WINDA KIRIYE’

Serokê YEK-KOM’ê Koç da zanîn ku êdî rewşa Rêxistina Parastina Makeqanûnê tê gotûbêjkirin û destnîşan kir ku êdî ev rêxistin li hemberî wan suc dike û got: “Ev sazî piştî qetilkirin 9 esnafên penaber rewatiya xwe winda kiriye. Ji bo veşartina sucên xwe bi ser Kurdan û komên din ên penaber de diçe. Li dijî me suc dike. Em nikarin êdî li hemberî vana bê deng bimînin. Em têkoşîna xwe ya qanûnî bidomînin. Em ê li Ewropa û Almanyayê hewldanên xwe bidomînin. Em ê doza xwe ya li Almanyayê bibin ber destê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Em dest ji qirika vê yekê bernadin.”