Rewşa girtî Demîr û Kiliç giran e

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ragihandin ku rewşa tenduristiya Naîl Demîr û Mendûh Kiliç ên girtî xirab e, divê bên dermankirin.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 326’emîn lidar xist. Înîsiyatîfê ji ber qedexeya derketina kolanan li ser medya dijîtal çalakiya xwe pêk anî. Înîsiyatîfê, vê heftê, bal kişand ser rewşa tenduristiyê girtiyên nexweş Naîl Demîr û Mendûh Kiliç ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonê dimînin.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, derbarê rewşa girtiyan de ev agahî parve kirin: “Demîr 56 saliye û 26 salin girtiye. Dema ku ji Girtîgeha Bandirmayê hat sîrgûnkirin, rastî mûameleyên xirab hat. Nexweşiya pençeşêrê ya mîzdankê bi Demîr re heye û ev 4 salin jî bi nexweşiya pençeşêrê ya kolon ketiye. Ji ber vê neçare ku bi kîsê kolostomî re bijî. Ji bo nexweşiya wî ya pençeşêra kolon tenê dermanek dane wî. Di her du çavên wî de jî pirsgirêk hene. Hema bêje qet nabîne. Ji ber nedîtinê nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne.”

Çevîrmen, bal kişand ser rewşa Kiliç jî û wiha got: “Nexweşiya êşa zirav bi girtî Kiliç heye. Ji bilî vê gelek nexweşiyên wî yên din hene. Ji ber ku hat sîrgûnkirin, tedawiya wî ewiqî. Di demên dawî de her tim dikuxwe, ji qirika wî xwîn tê û nikare bi rehetî nefesê bide û bistîne. Nexweşiyên wî yên pir cîdî hene.

Çevîrmen, ji bo berdana Demîr û Kiliç ev bang kir: “Ji bo ku Demîr û Kiliç di şert û mercên guncaw de bên dermankirin, divê bên berdan. Ji ber nexweşiyên xwe yên giran nikarin di girtîgehê de jiyana xwe dewam bikin. Divê ji bo wan derfetên dermankirinê bên avakirin. Mafê wan ên bên dermankirin heye û divê ev yek bê bi cih anîn.”