Rêveberiya Berlînê îdîayên li ser 'vexwendina' Erdogan red kir

Çavkaniyên hikumeta Elman, îdîayên ku dibêjin 'Serokwezîr Angela Merkel Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan vexwendiye ku piştî hilbijartinê bê Berlînê' red kirin.

Li gorî nûçeya saziya medya ya Elman DW, îdîaya vexwendinê ku di çapemeniya Tirk de hate weşandin, ji aliyê çavkaniyên Elman ve hatiye redkirin.

Çavkaniyên hikumeta Elman bersiv da pirsên DW Turkçe û gotin, "Serokkomarê Tirk ancax karibe ji aliyê Serokkomarê Elmanyayê ve were vexwendin."

Beradevkê AKP'ê ji Ajansa Anadolû ya Tirk re axivîbû û îdîa kiribû ku Merkel Erdogan vexwendiye ku piştî 24'ê Hezîranê biçe Berlînê. Rayedarên Tirk çend meh berê jî daxwaza Erdogan a ji bo serdana Elmanyayê ji rayedarên Elman re ragihandibûn.

Hikumeta Elman di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de destek dabû Erdogan.