Rêveber û endamên PYD’ê ji bo piştgiriya Gokhan çûn sinor

Rêveber û endamên PYD’ê ji bo piştgiriya Gokhan çûn sinor

 Rêveber û endamên PYD'ê ji bo ku pişgirîyê bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku li dijî "dîwarê şermê" yê ji aliyê Tirkiyê ve di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de tê çêkirin dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye, çûn ser sînor. 

Rêveber û endamên PYD'ê ku li ber avahiya partiyê ya Qamişlo hatin cem hev, bi karwanekî wesayîtan çûn ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê ku Ayşe Gokkan çalakiya xwe lê didomîne. Girseyê li vir bi diruşmeyan û stranên kurdî  piştgiriya xwe ya ji bo Gokkan destnîşan kir.

Li vir li ser navê PYD'ê axaftinek hate kirin û hate gotin ku heta niha sînor û têlên ku dewleta Tirk di navbera gelê Kurd de danîne tu encam negirtiyê, wê ji niha û pê de jî tu encaman negire.

Piştî axaftinê girseyê 5 deqeyan çalakiya rûnîştinê lidar xist. Çalakî bi banga beşdariya meşa sibe bidawî bû.