Rektorê Zanîngeha Artûklû Omay ji wezîfeyê hat girtin

Rektorê Zanîngeha Artûklû Omay ji wezîfeyê hat girtin

Rektorê Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Prof. Dr. Serdar Bedîî Omay, bi rêya faksê ji aliyê YOK'ê ve ji wezîfeyê hat girtin.

Li dû operasyona di bin navê nelirêtiyê de çend roj berê li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê hat kirin, YOK'ê bi rêya telefonê ji rayedarên zanîngehê re ragihand ku Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Serdar Bedîî Omay ji wezîfeyê hatiye girtin û li şûna wî Dekanê Fakulteya Zanyariyên Îlahiyatê ya Zanîngeha Artûklû Prof. Dr. Ahmet Agirakça hatiye wezîfedarkirin.

Piştî vê axaftina bi telefonê, YOK'ê fakseke fermî ya bi heman naverokê şand.