Meha bihurî ji bo ku wekîlên Elman seriyekî li leşkerên Elman ên li Konyayê, peywirdarê balafirên AWACS’ê bidin alayên NATO’yê bi balafiran ve hatibû daliqandin. Lê dewleta Tirk guh nedabû mîsyona NATO’yê û nehiştibû ku wekîlên Elman Tîrmehê seriyekî bidin baregehê.
Li ser vê jî siyasetmedarên Elman ji hikûmeta Merkel xwestibûn ku weke leşkerên ku ji Incîrlikê vekişandin, xwestin ku leşkerên Elman ji Konyayê jî werin vekişandin. Ji bo ku leşker ji Konyayê jî venekişin NATO bû navbeynkar.
Bi vexwendina Alîkarê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Gottenmoeller diyar bû ku wekîlên Komîsyona Berevaniyê ya Meclîsa Federal wê biçin Konyayê. Wezîrê Karê Derve Sîgmar Gabrîel ji meclîsê re name şand û got endamên komîsyonê 8’ê Îlonê wê biçin Konyayê.
WEKÎLÊ PARTIYA ÇEPGIR WÊ HEBE?
Lê nayê zanîn bê ka endamê komîsyonê yê Partiya Çepgir Alexander Neu di nav şandeyê de be yan na, ku Erdogan bi rengekî vekirî li dij derdiket ku Neu di nav şandeyê de be. Hem SPD’ê û hem jî Partiya Çepgir gotibûn heke Neu ji şandeyê were derxistin ev tê wê maneyê ku li ber rejîma Erdogan xwe tewandine.
Tîrmehê Der Spîegelê gotibû hi hinceta ku Neu bi PKK’ê re têkildar e nehiştin ku şandeya Elman biçe Konyayê. Lê Partiya Çepgir ev îdîa piştrast nekirbû.
Partiya Çepgir ji bo Neu gotibû: ‘’Ne berê û ne jî niha ti têkiliya Neu bi PKK’ê re çênebûye. Ji ber ku Neu PKK’ê weke rêxistineke ‘terorîst’ nabîne, tê gotin ev hatiye gotin.
Ji ber ku Neu Tebaxa bihurî ji radyoya Deutschlandfunkê re gotibû, ‘’Li ser xebatên PKK’ê yên li Tirkiyê, mirov dikare nîqaş bike bê ka xebatên terorî ne yan na. Mirov dikare behsa terorîzma dewletê jî bike.’’
NEU: ENQERÊ 2016’AN HIŞTIBÛ KI BIÇIM INCÎRLIKÊ
Neu ku heman demê berdevkê Komîsyona Berevaniyê ya Meclîsa Federal e li ser navê Partiya Çepgir, gotibû ku ev îdîaya Tirkiyê ne rast e û ji rojnameya Neus Deuschlanê re gotibû, ‘Wezareta Karê Derve piştrast nekir ku dema ku ew bi Enqerêre rûniştine navê wî hatiye rojevê.’’
Wekîlê Elman diyar kir, 2016’an Îstîxbara Tirk lêpirsîna wê kiriye, destûr daye ku ew biçe Incîrlikê û got: ‘’Bi vî rengî em çûne Incîrlikê, wê demê navê min nekirin arîşe.’’
LI KONYAYÊ BALAFIRÊN AWACS’Ê EMANETÎ ELMANYAYÊ NE!
Li Konyayê ji bo balafirên AWACS’ê 10-20 leşkerên Elman hene. Balafir bi ser baregeha Geîlenkîrchen a NATO’yê ve ye ku li Elmanya dimîne. Tê gotin heke leşkerên Elman ji Konyayê vekişin wê mîsyona ku NATO herêmê diparaze bikeve talokeyê. Ji ber ku balafirên AWACS’ê heta bi dûrahiya 400 kîlometreyî dikare balafiran bibîne û bi vî rengî jî jî ew mekanîzmaya parastinê ya herî girîng a NATO’yê ye.
Hezîrana 2016’na piştî ku Meclîsa Federal a Elman qirkirina Ermenana a 1915’an bi piraniya dengan pejirand di serî de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan rayedarên Tirk gotin,’ ên ku ew biryar pejirandine em ê nehêlin ku têkevin welatê me’ û bi vî rengî nehiştibûn ku wekîlên Elman biçine Baregeha Incîrlikê.