Li gorî peymana di navbera Hîzbûllah û El Nûsrayê agirbest hate îlankirin.
Qonaxa duyemîn a peymanê jî di 31’ê Tîrmehê de hate kirin. Di vê qonaxê de wê mîlîtanên Hîzbûllahê yên di destê El Nûsrayê de werin îadekirin û El Nûsra jî wê derbasî herêma Îdlîbê bibe.
Li gorî ajansa nûçeyan a Lubnanê hejmara El Nûsra û penaberên ji Sûriyeyê yên ku dixwazin biçin Îdlîbê bûye 10.800.
El Nûsrayê navê 7.800 kesên ku wê Lubnanê terk bikin pêşkêş kir û koma din jî lîsteya navên 3 hezar endam û xizmên wan pêşkêş kir.
Li gorî peymanê aliyan cenazeyên di destê xwe de jî teslîmî hev kirin.
Hîzbûllahê diyar kiribû ku di 21’ê Tîrmehê de li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê operasyoneke berfireh dane destpêkirin û di şerê şeş rojan de Hîzbûllahê li herêma Ersalê qadeke 90 kîlometrekare xistibû bin kontrola xwe.
Rejîma Şamê wê ji bo endamên El Nûsrayê yên ku wê ji Ersalê biçin Îdlîbê korîdorê veke.